Dildar. Rojbûna te pîroz be Dildarê hêja. 20~02(Sibat)~1918

  • 10 yıl önce
Rojbûna te pîroz be Dildarê hêja. 20~02(Reşemî/Sibat)~1918 (Nivîskarê Ey Reqîb)

Dildar (Yunis Re'ûf) (1918-1948)

Dildar bi tevahî Yûnis Mele Re'ûf (z. 20'ê reşemiyê/Sibatê, 1918 Koye − m. 12'ê tîrmehê, 1947[1] an jî 20'ê kewçêrê, 1948[2] an jî 11'ê Mijdar(11)ê, 1948[3] Hewlêr) yek ji wan helbestvanê navdar e li Kurdistana Başûr. Navê wî yê rastîn Yunis Re'ûf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re naznavek dîtiye: Dildar, bi salan bi vî navî ve hatiye naskirin. Dildar di sala 1918'an de li bajarê Koyeyê hatiye dinê.

Dibistana pêşîn li Ranyeyê, dibistana navîn jî li bajarê Hewlêrê di sala 1935'an de qedandiye. Piştî xwendina navîn ew diçe bajarê Bexdayê li wira zanîngeha dadimendiyê diqedîne, çend salan wek awûqat kar dike.

Di van salan de dest pê dike doza xizan û belengazan diparêze, li dijî neheqî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike. Ji aliyê din mijûliya wî ya li ser edebiyata cîhanê û rohilatê zêdetir dibe, dîroka Yunan, Fransayê, Tirkiyeyê û edebiyata van welatan gelek bala wî dikşîne.

Li şûna awûkatiyê, ew wek warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibjêre. Di helbestvaniya Dildar de tema herî balkês, bêguman temaya welatparêzî û janên mirovatiyê ne.

Kurdistan bûye kakilê tema afirandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê Ey Reqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gel wek kilam-stran jîndar mane. Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Raqîb di nav gel de gelek belav bûye, wek straneke popûler hatiye nas kirin. Di dawiyê de, ev helbesta di sala 1946-an dema Komara Mehabadê tê saz kirin, dibe sirûd-marşa vê dewletê û heta niha jî wek sirûda kurdan ya neteweyî tê bang kirin.

Di salên şerê cîhanî yê duyem de helbestên Dildar li ser bingehekî gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din di bin bandûra edebiyata fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye bo zimanê kurdî.

Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weşandin, ji wana çend heb jî wek destnivîsar mane. Dildar di sala 1948'an de, dema ku dikaribû gelek berhemên mayîn pêşkêşî gel bike, di dawiya mirineke bêwext diçe rehmetê. Lê belê berhemên wî wek Ey Reqîb îro ji sînoran derbas bûne û wek afrandinên nemir di nav gel de belav bûne û dijîn.

Çavkanî
ku.wikipedia.org/wiki/Dildar

Li ser mirina wî:
1
Dengbê û Stranên me, Destan û Folklor, Hesenê Alê
http://www.rojnivisk.com/pdf/A-K.pdf
2
DELDĀR,YŪNES MELA RAʾŪF
http://www.iranicaonline.org/articles/deldar-yunes
3
Aso Zagrosî
12 Kasım günü, yani bundan tam 65 (2013) yıl önce Kürd Ulusal Marşı'nın yazarı, 'Yunus Dildar' (1918-1948), Kürd Ulusal Marşı 'Ey Reqib'in yazarı Hewler'de zehirlenerek öldürüldü..
(Şehid şair ve yazar Dilşad Meriwani'nin anısına!!-Aso Zagrosi)
http://devrimcidemokrat.com/haberler/kurdistan/581-kerim-sareza-aso-zagrosi-kuerd-ulusal-mars-n-n-yazar-sair-dildar-an-yoruz.html

Tije Vîdyo!!
http://www.youtube.com/user/Watedar
Bijî Kurdîhez

Category

🗞
Haberler

Önerilen