Occo Mahabad-li cihê ku ez hatim-helbest

  • 10 yıl önce
Helbest-Occo MAHABAD-li cihê ku ez hatim...
https://www.facebook.com/pages/Occo-Mahabad-Helbest/396710143673522?ref=bookmarks
Helbest:Occo MAHABAD
Xwendin:M.Raşît Er û Cemal Pirsûsî
Amadekirin:Cîhan
http://occomahabad.wordpress.com/


li cihê ku ez hatim
jin dihatin tazîkirin
ne bi destên evîndaran
bi destên esker û polêsan
êşkence û êş hebû...

li cihê ku ez hatim
mêr dihatin kuştin
ne bi maç û awiran
bi çek û bombeyan
şer û mirin hebû...

li cihê ku ez hatim
zarok digiriyan
dayik ditirsiyan
gola xwînê bû erd û ezman
zilm û zordarî hebû...

li cihê ku ez hatim
dar dihatin şewitandin
kulîlk dihatin gullekirin
av dihatin herimandin
hawar û qêrîn hebû...

li cihê ku ez hatim
dost û yar
can û canan
mêrxas û egîd hebûn
niha
li ser nexşeyê
noqteyeke veşartî û biçûk e
kesek nizane
bê war û mal
bi êşên xwe ve
birîndar û wenda ye...

Occo MAHABAD

Category

🎵
Music