Occo Mahabad bi xêra Xwedê

  • 7 yıl önce
Helbest: Occo Mahabad
Xwendin:M.Saleh Hêvîdar
Amadekar:Ceso
http://occomahabad.wordpress.com

https://www.facebook.com/pages/Occo-M...
Bi xêra Xwedê...


Çi dibe
bi xêra Xwedê
deriyên dergehê xwe veke.
Veke,ez ê wekî feqiyekî nû û ecemî
der û dora warên te tewaf bikim
bi navê eşqa Xwedê.
Veke,ez ê nimêja evînê bikim bi awirên te
bi azana sibehê ve.
Veke,ez ê wekî evdekî gunehkar û windabûyî
xwe bavêjim ber bextê te
bi zikîrên xwenenas û serxweş ve.
Veke,ez ê diayên giran û giranbiha bikim
ji bo maçên germ û wehşî
ji bo kenên ecêb û xweşik.
Çi dibe
bi xêra Xwedê
Ev rihê min ê gunehkar û rêderketî
bi hembêza xwe
bi germahiya xwe bipêçe.
Çi dibe
bi xêra Xwedê
deriyên dergehê xwe veke.....
Helbest: Occo Mahabad

Category

🎵
Music